PeyamaKurd – Di demekê de ku artêşa Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser taxên Kurdan ên Helebê dijwar dike, Yekîtiya Ewropayê (YE) piştgiriya xwe ya darayî ji bo hikûmeta Şamê eşkere kir.
Li Helebê, di encama pevçûnên giran ên li dijî şervanên Kurd de, heta niha zêdetirî 130 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran Kurd ji ber şer koçber bûne. Tevî vê krîza mirovî û leşkerî jî Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê serdana Şamê kir û soza 620 mîlyon euro alîkarî da hikûmeta Ehmed Şara.
Von der Leyenê pevçûnên li dijî Kurdan bi tenê wekî "fikardar" bi nav kiribe jî, diyar kir ku ew ê ji bo salên 2026-2027an piştgiriya Şamê bikin.