Tevgera Sedr, biryara îstifayan pasve kisand

Tevgera Sedr, biryara îstifayan pasve kisand

PeyamaKurd- Ji aliyê Dadgeha Bilind a Iraqê ve daxuyaniyek hat ragihandin û hat diyarkirin ku Tevgera Sedr, biryara îstifakirina parlamenterên xwe paşve kişandiye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Tevgera Sedr, bi armanca betalkirina wê biryara ku ji bo îstifayê dabûn,  giliyê Dadgeha Federalî kiriye.

Li gorî daxuyaniya dadgehê, li ser vî giliyê ku hatiye kirin, dadgehê biryar daye ku yekemîn rûniştina giliyê Tevgera Sedr, di 28ê Îlonê de bê kirin.

Di 13ê Hezîrana borî de li ser daxwaza Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr; parlamenterên tevgerê îstifa kiribûn û îstifayên wan, ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ve hatibûn qebûlkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin