The Sun: Bombe xistin bin ereba Putin

The Sun: Bombe xistin bin ereba Putin

PeyamaKurd – Rojnama Îngîlîz ya The Sun ragihand ku bi bombeye êrîşê ereba serokê Rûsyayê Valdimir Putin kirine. Rojname bingeha nûçeya xwe biriye ser rêvebirekî Kremlînê û gotiye ku bombe xistine bin tekerê çepê yê pêş yê ereba Putin. Ji erebê dûman derketiye û di heman wextê de Putin ji ciyê bûyerê birine ciyekî dinê. Kremlin heya niha ti daxwuyanî nedaye.

Li gor rojnama The Sun ê; di teqîna bombê de dengê teqînek mezin derketiye û zêde jî dûman derketiye. Di bûyerê de Putin zerar nediye û wî birine ciyekî bi ewle. Lê ji nav hêzên ewlehiyê gelek kes hatine binçavkirin.

Li gor kanala muxalif ya Rûsyayê ya bi navê General GVR Telegram ê; di derbarê tevgerên Putin ê 69 salî de, gelek agahiyên bi dizî ketine dest û li ser wê hinek parastvanên Putin ji ortê wenda bûne.

Li gor kanala muxalifan; Putin piştî bûyerê dageriya baregeha xwe ya fermî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin