PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê ya SANAyê ku gotibû;
“Ji deverên di bin kontrola HSDê, erebeyekî tije bombe şandine bajarê Helebê.”
HSDê ragihand ku ev derewe û ji bo lêkolîna mijarê dikarin bi Şamê re hevkariyê bikin da rastî derê ortê. Navenda çapemeniyê ya HSDê di mijarê de bi nivîskî got:
“Ajansa SANAyê gotibû ku ji deverên di bin desthilata HSDê, erebeyekî tije bombe şandine Helebê. Ev sûcdarkirin derewe, delîlê wan nînin û nehatiye vekolîn. Li ser teqînên Helebê û deverên din ji bo mijar rohnî bibin, hêzên me amade ne ku bi dezgeyên rêvebiriya Şamê re bixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin