PeyamaKurd – Piştî axaftina Serokê partiya faşîst (MHP) Devlet Bahçelî ku di civîna fraksiyona partiya xwe de li parlamentoya wî welatî ragihand, hevpeymaniya navbera MHPê û AK Partiyê êdî hilweşiyaye. Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê mijarê de axivî û got, "Em Rêkevtina Cumhûrê wek yek ji deskevtiyên herî mezin ên van salên dawî dibînin û em dixwazin veguhezînin pêşerojê.
Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna fraksiyona partiya xwe ya li parlamnetoya wî welatî de li ser mijarên di rojevê de axivî.
Erdogan di axavtina xwe de behsa rêvektina di navbera MHPê û AK Partiyê de kir û got, "Em Rêkevtina Cumhûrê wek yek ji deskevtiyên herî mezin ên van salên dawî dibînin û em dixwazin veguhezînin paşerojê. Me ti tiştek nekir, ku zirarê bide rihê vê rêkevtinê."
Di derbarê daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de jî Serokomarê Tirkiyê got: "Ger bo hilbijartinên şaredariyan dibêjin, ‘em li ser rêya xwe’, em jî dibêjin, ‘her kes li ser rêya xwe’."
Recep Tayyip Erdogan herwiha li ser hilbijartina şaredariyan amaje bi wê yekê kir, ku ew dê dest bi amadehiyên xwe bikin û demildest berbijêrên xwe yên bo şaredariyan diyar bikin.
Herwiha Serokê MHPê Devlet Bahçelî îro di civîna fraksiyona partiya xwe de li parlamentoya wî welatî ragihand, hevpeymaniya navbera MHPê û AK Partiyê êdî hilweşiyaye.
Di van rojên dawî de ji ber daxwaza efûyê bo girtiyan û biryara sonda xwendekarên dibistanê di navbera Partiya Tevgera Neteweperst (MHP) û AK Partiyê de alozî derketin û piştî vê yekê Bahçelî got, “Hewce nake ev pêvajoya kronîk berdewam bike. Bo hilbijartinên şaredariyan ti hêviyeke me ya rêkevtinê tune ye, lêgerîn û nêta me nemaye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin