PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû got, "Ez girîngiyê didim, di navbera Partiya Pêşerojê û DEVA û Partiya Saadetê de tifaqa hilbijartinê bê avakirin."
Karamollaoglû got, "Dema sê partî cuda têkevin hilbijartinê, herî zêde 3-4 wekîl dikarin bên hilbijartin. Lê dema ku em bên cem hev, derfeta me heye ku em bi 30-40 wekîlan li meclîsê bên temsîlkirin."
Li aliyê din çav li Enqereyê li amadekariyên lîsteyên partiyan e. Proseya serîlêdana namzediya parlamenteriyê ya AK Partî û Partiya Komarî ya Gel (CHP) di roja ewil a hefteya nû de destpê dike.
AK Partî ji kesên ku ji bo namzediyê serlêdana xwe dikin dixwazin herî kêm mîqdarê serlêdanê weke alîkarî razînin hesabên alîkariyê yên erdhejê yên AFADê.
CHPê heqê serîlêdanê wek 30 hezar lîre diyar kir. Ev xerc ji bo jin, ciwan û ji sedî 40 û zêdetir astengdaran wê 15 hezar lîre be.
Ji namzetên ku wê serî li Meletî, Osmaniye, Mereş, Dîlok, Semsûr û Hatayê bidin, tu berdêl nayê girtin.
Lîsteyên namzetên parlamenteriyê wê di 10ê Nîsanê de radestî YSKê bên kirin. Lîsteyên dawî yên namzetan wê di 19ê Nîsanê de bên eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin