PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, li ser axiftina Merkelê bertek nîşan da û wiha diyar kir: "Eleqeya axaftina ku Merkelê der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da kir, bi rastiyê tuneye û bingeha daxuyaniya wê dezenformasyon e. Loma jî em vê daxuyaniyê qebûl nakin."
Wezaretê îdia kir ku: "Daneyên ku li Efrînê tên bidestxistin bi rêk û pêk ji raya giştî re tên parvekirin, rewş û derewên propagandaya reşkirinê ya ku li dijî operasyonê tê meşandin, dide ber çavan."
Herwiha hat îddiakirin ku ji bo gelê Efrînê ji bilî mayîn û teqemeniyên ku PYD/YPGê wek dafik danîne tu talûke tuneye, ev mayîn û teqemenî wê di demeke kin da werin paqijkirin û li wê derê asayîş û îstiqrar wê were tesîskirin.
Der barê Axiftina Merkelê ya li ser Efrînê de zêdetir wiha hat ragihandin: "Eleqeya axaftina ku Merkela Şansolyeya Komara Federal a Almanyayê (KFA) îro li Meclisa Federal a Komara Federal a Almanyayê der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de kir, bi rastiyê tuneye û bingeha daxuyaniya wê dezenformasyon e. Loma jî em vê daxuyaniyê qebûl nakin. Tirkiye bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va hedef kiriye ku him mafê parastinê yê meşrû bi kar anî ku asayîşa xwe ya neteweyî pêk bîne, hem jî Efrînê ji destê terorîstan xelas bike û îadeyî xwediyê wê yê rastîn bike. Digel vê hin mitefîqên me bi çavê rêxistinên terorê li tiştên diqewimin dinhêrin, em vê nêrînê rexne dikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin