PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulxenî got ku ji bo destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê hîn Tirkiyeyê bersiva nivîsa wan a fermî nedaye.
Ebdulxenî, di serdana xwe ya zeviya petrolê ya Besrayê de, îro Înê ji rojnamevanan re ragihand, Iraq li bendê bû ku roja Şemiyê 13ê Gulanê 500 hezar bermîl petrolê bi ser xeta petrolê ya Ceyhanê de bişîne.
Herwiha Wezîrê Iraqê daye zanîn ku wan hîn ji bo hinardekirina petrolê ji kompaniya BOTAŞ a Tirkiyeyê bersiv wernegirtiye.
Wezareta Petrolê ya Iraqê doh 11ê Gulanê eşkere kiribû ku kompaniya firotina petrolê ya li Iraqê SOMOyê,, Kompaniya BOTAŞ a Tirkiyê agahdar kiriye ku roja Şemiyê 13ê Gulana 2023an dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin