PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê bersiva berdevkê serokomariya Iraqê da û got divê maqamên Iraqê nebin alava propagandayên PKK ê yên reş. Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Hami Aksoy bersiveka nivîskî da Iraqê û weha got:
“Di beyana berdevkê serokkomariya Iraqê ya îro de, cîh daye ku artêşa me ya çekdar li devera bakûrê Iraqê, di dema operasyonên “Pençe-Kartal” û “Pençe-Kaplan” de xelkê sîvîl hatiye kuştin û ew gotin ne rastin. Ew gotin propagandeyên PKK ê û terefdarên wê ne ku dixwazin operasyonên me reş bikin. Divê meqamên Iraqê nebin alava propagandayên terorîstan.
Em dema operasyonên xwe plan dikin û bicîhtînin, em girîngiyê didin ewlekariya can û malên sîvîlan. Esas van tiştên han ji aliyê meqamên Iraqê de tên zanîn.
Bi vê armancê em bende ne ku Iraq bi me re hevkariyê bike da PKK îstîqrara Iraqê, ewlekariya Iraqê û yekîtiya axa Iraqê tehdîd neke.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin