Tirkiyê bertek ji ‘Pisûleya Stratejîk’ a Yekîtiya Ewropa re nîsan da

Tirkiyê bertek ji ‘Pisûleya Stratejîk’ a Yekîtiya Ewropa re nîsan da

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê belgeya ‘Pisûleya Stratejîk’ ku ji bo planên parastin û ewlehiyê hatiye amadekirin, pesend kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi hinceta babetên derbarê Rojhilatê Derya Spî de ku bandorê li ser Tirkiyê jî dike, li dijî pesendkirina ‘Pisûleya Stratejîk’ a Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew belgeya navborî ya YEyê li şûna çareseriyan dibe beşek ji pirsgirêkan û stratejîyên rastîn dernaxe holê.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew belgeya ku doh hatiye pesendkirin, ne belgeyeke çareserkirinê, lê li Rojhilatê Derya Spî bixwe dibe beşek ji pirsgirêkan û stratejiyeke rastîn nade pêşiya xwe.

Herwiha hatiye gotin ku ji bo endameke NATOyê ya wekî Tirkiyê, nêrîneke wiha qels ji bo Yekîtiya Ewropayê nebûna vîzyonekê nîşan dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin