PeyamaKurd - Çavkaniyên Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê eşkere kirin ku di nûçeyên YPG bi temamî ji Minbicê vekişiya de mibalexe heye.
Çavkaniyên ku nûçeyên der heqê mijarê de nirxandin, diyar kirin ku di nûçeyên navborî de mibalexe heye û herwiha bal kişandin ku di vê mijarê de pêvajo dewam dike.
Çavkaniyan diyar kir ku vekişîna ji noqteyên kontrolê yên li ser guzergeha dewriyeyê dewam dike û wiha destnîşan kirin, "Amadekariyên dewriyeya hevbeş didomin. Ji ber vê qasê jî nûçeyên YPG bi temamî ji Minbicê vekişiya, rast nînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin