Tirkiye: Em bûyerên li Iraqê bi endîse disopînin

Tirkiye: Em bûyerên li Iraqê bi endîse disopînin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser bûyerên li Iraqê daxwuyaniyekî da û got ku ew bûyerên li Iraqê bi endîşe dişopînin. Wezaret weha got:

“Em bûyerên li payîtexta Iraqê li Bexdayê bi endîşe dişopînin. Ew nezelaliya di siyasetê de ku ji bo van pêşdeçûnan bingehê amade kiriye, divê zûtir çareser bibe, divê hukumetekî berfireh û piralî ku hêza wê zêdebe, bê avakirin. Xelkê Iraqê ku bendeyên xwe û fikrên xwe di rêyên demokratîk de îfade bike, em ji wan re rêz digrin. Em dixwazin ku herkes ji şiddetê dûr bimîne û nîzama giştî berya her tiştî be.

Em bang li hemû terefan dikin ku bi sebr û aramî tevbigerin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin