PeyamaKurd- Di van rojên ku operasyona li dijî Idlibê nêzîk dibe de, Tirkiye hêz û çeperên xwe yên li nava Sûriyê taqwiye dike.
Li gorî çapemeniya dewleta Tirkiyê, Tirkiye gelek leşker û wesaîtên leşkerî derbasî hudûdê Sûriyê kirine. Tirkiyê bi operasyona mertala Firatê, bajarê Sûriyê yê bi navê Azez standibû û niha jî hêzên xwe yên herêmê hêzdartir dike.
Yekîneyên ku ji çar aliyên Tirkiyê hatin, berê xwe dane Sûriyê û di Deriyê Tixûb ê Oncûpinarê re derbasî herêma Elbeylî ya Sûriyê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin