Tirkiye | Ji bo Binalî Yildirim rêza protokola fermî tê guhertin

Tirkiye | Ji bo Binalî Yildirim rêza protokola fermî tê guhertin

PeyamaKurd - Hikûmeta AK Partiyê ji bo Serokê Parlamentoyê yê niha Binalî Yildirim ku tê çaverêkirin wî bikin namzedê şaredariya Stenbolê ji bo hilbijartinên herêmî, amadekariyan dike ku rêza protokola dewletê biguherîne.

Yildirim niha wekî serokê parlamenê di rêza yekem a protokolê de ye. Heger Binalî Yildirim bibe şaredarê Stenbolê dikeve rêza çaremîn a protokola fermî ya bajêr ku AKP dixwaze vê biguherîne û wekî serokê berê yê parlamenê wî bixe rêza yekê.

Ango AKP niha li ser dixebite ku rêza protokola dewletê biguherîne û statuya parêzgar (walî) û şaredarên Şaredariyên Bajarên Mezin bike wekî hev.

Binalî Yildirim serokwezîrê dawî yê Tirkiyê bû ku piştî hatina sîstema seroktiyê dest ji karê xwe berdabû û piştre jî ji lîsteya AKPê bûbû serokê parlamentoyê.

Ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an ên herêmî tê diyarkirin ku dê bibe namzedê şaredariya Stenbolê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin