PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku Balyozê Îsraîlê li Tirkiyê Eîtan Naehê bo Wezareta Karên Derva ya Tirkiyê hat vexwendin û ji ber bûyerên li ser sînorê Xezzeyê Îsraîl hat protestokirin û jê re hat ragihandin ku demekê vegere welatê xwe wê baştir bibe.
Li gor medyaya Tirkiyê, Naeh vexwendin Wezaretê û ji ber ku li ser sînorê Xezzeyê 60 Filistînî hatin kuştin û 2 hezar û 770yî zêdetir hatin birîndarkirin, helwesta Îsraîlê hat protestokirin.
Ji Naeh re hat gotin ku Kemal Okemê Balyozê Tel Avîvê yê Tirkiyeyê ji bo îstîşareyan hat vexwandin. Herwiha ji Naeh re hat gotin ku demekê vegere welatê xwe wê baştir bibe.
Ji ber ku li Tirkiyê hilbijartina Serokkomarî û Parlamenteriyê nêzîk dibe û dijberiya Îsraîlê jî prîm dike, Erdogan di her hilbijartinê de serî li vê rêyê dide.
Kemal Okemê Balyozê Tirkiyeyê yê Tel Avîvê yê ku piştî bûyerên li Filistînê Wezareta Karên Derva ji bo îstişareyê gazî kiribû gihîşt Enqereyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin