PeyamaKurd - Generalê Ugandayî Muhoozi Kainerugaba ku berê jî çalakiyên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Somaliyê rexbe kiribû û daxwaza tazmînatê kiribû, vê carê ji ber dijatiya Îsraîlê ya Tirkiyê ferman da ku hemû welatiyên Tirk terka Ugandayê bidin.
Sererkanê Artêşa Ugandayê Muhoozi Kainerugaba daxuyaniyeke tund da û xwest ku hemû welatiyên Tirk bêyî ku dem bê windakirin ji Ugandayê derkevin.
Kainerugaba diyar kir ku ew ê di 18ê Îlonê de li ber deriyê Balyozxaneya Tirkiyeyê çalakiyeke mezin li dar bixin û hişyarî da ku her kesê li dijî wan derkeve dê wekî "ajanê Tirkiyeyê" were girtin.
Kainerugaba ku di nava krîza di navbera Tirkiye û Îsraîlê de aliyê Îsraîlê digire, di meha Nîsanê de jî çalakiyên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Somaliyê rexne kiribû û gotibû ku divê Tirkiye 1 mîlyar dolar tezmînatê bide Ugandayê.