PeyamaKurd – Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) li ser serlêdana AKPê ku gotibû, ‘Nabe kesên Biryarên Hikmê Qanûnê (KHK) ji kar hatine avêtin deng bidin’ biryar da.
AKPê di serlêdana xwe ya betalkirina hilbijartinên Stenbolê yên 31ê Adarê de, lîsteya hemwelatiyên ji karê xwe hatine dûrxistin û avêtin radestî YSKê kiribû û xwestibû dengên wan jî werin betalkirin.
YSKê di civîna îro 23yê Nîsanê de serlêdana AKPê ya derbarê KHKyiyan de red kir û biryar da ku KHKyî dikarin dengên xwe bidin.
YSKê herwiha biryareke din li ser îtiraza MHP û AKPê derxist û xwest li ser 41 hezar 132 wezîfedarên sindoqan ên ku ne karmendên fermî yên dewletê ne lêkolîn were destpêkirin.
Li raya giştî ya Tirkiyê ev biryara dawî ya li ser daxwaza AKP û MHPê wekî gava ewil ji bo betalkirina hilbijartinên Stenbolê tê şîrovekirin.
Li aliyê din YSK li ser serlêdana AKPê ya derasayî, civîna li ser betalkirina hilbijartinên Stenbolê jî berdewam dike ku hîn biryar nedaye.
Herwiha tevî ku YSKê mafê dengdanê yê KHKyiyan piştrast kir jî serlêdana HDPê ya ku namzedên KHKyî bibin şaredar red kiribû.
Niha li şûna hejmarek şaredarên HDPê yên serketî, namzedên bûne duyemîn wekî serokên şaredariyan hatine tayînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin