Tirkiye jimara keştiyên diçin Derya Reş kêm kir

Tirkiye jimara keştiyên diçin Derya Reş kêm kir

PeyamaKurd – Ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê êrîşên ser keştiyan yên li Derya Reş de zêde bûn. Bloombergê ragihand ku Tirkiye çûna hinek keştiyên bazirganî ji bo Derya Reş sînordar kiriye. Bi taybetî ew keştiyên ku diçin lîmana Rûsyayê ya bi navê Novorossiyskê. Dibe ku biryar ji bo hinek keştiyên diçin lîmanên Ûkrayna jî bidin.

Rayedarên Tirkiyê ragihandine ku niha çûna keştiyan dewam dike û tedbîrên ku biryara wan dane, ji bo demkî ye. 2 rayedarên Tirkiyê ji ajansa Reutersê gotine ku çûn û hatina keştiyan ya Derya Reş dewam dike û tedbîrên ku sitendine ji bo demkî ye.

Li gor rêjeyên ajansa Reutersê; di meha Temmûzê de Ûkrayna 35 êrîşan kiriye ser keştiyên di lîmanan de û 22 êrîşan kirine ser keştiyê di deryayê de. Di heman dewrê de 67 heb tesîsên lîmanan ketine ber êrîşan lê ev jimar di sala 2025an de tenê 14 ye.

Piraniya pêdiviya dexla dinyayê ji lîmanên Rûsya û Ûkrayna de çêdibe, Petrola Rûsyayê di ser wan lîmanan de diçe û êrîşên ser keştiyan yên di Derya Reş de dikare li ser jiyana rojane ya dinyayê û bi taybetî li ser welatên Afrîkayê çêbike.