PeyamaKurd – Li Tirkiyê bi taybet piştî rexneyên partiyên opozîsyonê nêçîra penaberên ku bi rêyên neyasayî derbas bûne hat destpêkirin ku tenê bi operasyonekê li Stenbolê Hezar û 352 koçber hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Koç û Koçberan a Tirkiyê, Tîmên Rêveberiya Rêgirtina Qaçaxcîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî, li dijî kesên bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyeyê bûne, li Stenbolê operasyonek dadestpêkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encamê operasyonê de, 550 koçberên Afganî, 357 koçberên Sûrî û 173 koçberên Pakistanî bi giştî 1352 kes hatine girtin.
Herwiha Saziya Koç û Koçberan a Tirkiyê eşkere kiriye ku ji destpêka meha Gulanê ve 10 hezar û 568 koçber hatine desteserkirin û ji bo wan proseya dersînorkirinê hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin