PeyamaKurd – Li 8 bajarê Tirkiyê di operasyonan de 287 kes hatin girtin ku hêzên asayîşa dewleta Tirkiyê dibêjin tev endamên rêxişstina sûcan yên Ramazan Bayğara ne.
Li gor daxwuyaniya rêvebiriya giştî ya asayîşa Tirkiyê; operasyon di bin serkirdayetiya serdozgeriya bajarê Adana de çêbûye. Navenda operasyonan Adanaye û li 8 bajaran operasyon hatiye kirin.
Tewanbariyên ku ji bo rêxistina Bayğara dikin; “ji bo sûc bikin avakirina rêxistinê”, “kuştina mirovan ya bi zanîn”, “hewldana kuştina mirovan bi zanîn”, “birîndarkirina bizanîn”, “bazirganiya maddeyên hişbir”, “zerardana mal”, “hilgirtina çekên bê ruxset”, “xistina talûkê ya ewlehiya giştî ya bi zanîn”.
Operasyon li bajarên Adana, İzmir, Mersin, Konya, Antalya, İstanbul, Şanlıurfa û Tekirdağ hat kirin. Ji bilî 298 kesan desteserkirî li 12 kesên din jî digerin.
Alavên ku bi wan re girtine; bombeyekî destî,4 AK-47 çekên otomatik, 2 demançên otomatik,16 demançe, 2 tivingên nêçîrê, 25 jarjor, 1128 fişek. 38.700 hebên hişbir, 45 hezar Avro û 33 hezar perê Tirkiyê.
Her weha dadgehê tedbîrê danî ser malên bi qiymeta 50 milyon lira ku di nav wan de 2 kargeh û 5 alav hene. Dadgeh difikire ku ew bi perê di rêya nerewa de sitendine.