PeyamaKurd- Berdevka hukumeta Almanya Martina Fietz ragihand ku lihevkirina 18 ê adarê ya sala 2016an ya di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpa de serkeftiye û bi hêvîne ku lihevkirin dewam bike. Fietz ragihand ku bi Tirkiyê re di nav têkiliyan de ne. Lihevkirina navborî ya di derbarê koçberan de ye ku Tirkiye pêşiya koçberan bernede da neçin Awrûpayê.
Fietz got ku berya lihevkirina wan û Tirkiyê koçber zêdetir diçûn Awrûpayê û bi piranî di ser giravên Yûnanistanê de diçin Awrûpayê û ger pêdivî hebe dê bi hukumeta Yûnan re alîkarî bikin.
Li aliyê dinê hukumeta Tirkiyê dibêje ku YA yê soza ku daye, nayne cî û perê bo libergirtina koçberan ku soz dabûn Tirkiyê, zêdeyê wan pereyan nedaye Tirkiyê. Hêj rojek berê serokkomarê Tirkiyê Erdoğan Awrûpayê bi serbest berdana koçberan tehdîd kir û beyanên weka yên Erdoğan îro jî ji aliyê temsîlkarên hukumeta Tirkiyê de hat ser ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin