PeyamaKurd - Serokê Parlamento ya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman û Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş li ser gotina “bajarên Kurdan” hatin hemberî hev û Kahraman got: “Tişteke wisa nîne, kî behsa bajarên Kurdan bike ez ê wî/wê veder bikim.”
Li Parlamentoya Tirkiyê bi minasebeta Roja Damezrandina Parlamentoyê û Herwiha Cejna Zarokan rûniştinek pêkhat. Di rûniştinê de di navbera Serokê Parlamentoyê Îsmaîl Kahraman û Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş de li ser gotina “bajarên Kurdan” gengeşe derket û Kahraman got: “Tişteke wisa nîne, kî behsa bajarên Kurdan bike ez ê wî/wê veder bikim.”
Parlamentera HDPê ya Edeneyê axaftinek kir û di nava gotinên de xwe behsa bajarên Kurdan kir. Li hember vê yekê Serokê Parlamentoyê Îsmaîl Kahraman nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got:
“Di erdnîgariya Tirkiyê de tenê Komara Tirkiyê heye. Gotinên we li dijî destûrê ne. Kî behsa bajarên Tirkan û yên Kurdan bike divê em bavêjin derve. Tişteke bi navê Bajarên Kurdan nîne. Were û bêje merema te ne ev bû, nexwe ezê te veder bikim. Bajarên Kurdan çi tişt e?”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin