Barzanî: pêwendiyên me wê xurt bibin!

Barzanî: pêwendiyên me wê xurt bibin!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh bi Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civîneke kurt pêk anî.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku beşdarî merasîma sûndxwarinê ya Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bibe, çûbû paytextê Tirkiyê Enqerê. Barzanî piştî merasîmê bi Erdogan re civîneke kurt pêk anî. Barzanî Erdogan pîroz kir.

Di derbarê civînê de ji Serokwezîriya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî hat. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Birêz Barzanî û Erdogan li ser qaîmkirina têkiliyên Tirkiyê û Kurdistanê li hev kirine.

Ji xeynî vê jî Barzanî bi Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gûl, Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Binani Yildirim, Serokê Sûdanê Omer el-Beşîr, Serokwezîrê Filistînê Ramî Hamdallah, Serokwezîrê Tataristanê Aleksey Pesoşin, Mîrê Qeterê Temîm bîn Hamad es-Sanî û bi şandeyên Îran, Îtalya û Azerbaycanê re jî hinek hevdîtin pêk anîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin