PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku di dema şer û aloziyên sê hefteyên borî de, pêwendiyên wan ên ewlehiyê bi Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re qut nebûne.
Bekayî ev hevkarî wekî karekî "erênî û sûdbexş" pênase kir û destnîşan kir ku hevahengiya di navbera Tehran, Bexda û Hewlêrê de di vê serdemê de hîn xurtir bûye.
Li gorî Bekayî, her sê alî jî li ser wê yekê hevnêrîn in ku bê îstiqrariya li ser sînoran dikare bandoreke neyînî li ser ewlehiya tevahiya herêmê bike.
Daxuyaniyên Îranê di demekê de tên ku Tehran daxwaza bicihanîna tam a peymana ewlehiyê ya sala 2023yan dike. Ev peymana ku di navbera Îran û Iraqê de hatiye îmzekirin, armanc dike ku rê li ber çalakiyên çekdarî yên li ser sînoran bigire û dilgiraniyên Tehranê yên derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê de çareser bike.