PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ragihand ku, bi hevrêziya Herêma Kurdistanê, di doza gendeliyê ya Cîgirê Wezîrê Petrolê yê berpirsiyarê operasyonên rafineriyê de 358 kîlogram zêr desteser kiriye û ew zêr radestî Banka Navendî kiriye.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê ve hatiye weşandin, hatiye diyarkirin ku dadwerê lêpirsînê yê Dadgeha Cezayê Navendî ya Têkoşîna li dijî Gendeliyê, di bin çavdêriya Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê, Dadwer Faîk Zeydan û bi hevkariya Herêma Kurdistanê, vegerandina 358 kîlogram zêr piştrast kiriye.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye destnîşankirin ku di dosyayek din a lêpirsînê de 17 kîlogram zêr ên din jî hatine desteserkirin, bi vî awayî tevahiya mîqdara zêrê ku wê rojê hatiye desteserkirin gihîştiye 375 kîlograman.
Dadgeha Iraqê diyar kir ku zêrê ku hatiye vegerandin radestî Rêveberê Giştî û Cîgirê Rêveberê Giştî yê Daîreya Emîsyon û Xezîneyê ya Banka Navendî ya Iraqê hatiye kirin. Hat tekezkirin ku ev hewl beşek ji temamkirina lêpirsînên di doza gumanbarê girtî û Cîgirê Wezîrê Petrolê yê berpirsiyarê operasyonên rafineriyê, Adnan Cumeylî de ne.
Encumenê piştrast kir ku armanca van pêvajoyan ew e ku hemû milkên guhêrbar û neguhêrbar ên bi rêbazên sûc hatine bidestxistin werin vegerandin û sûcdar di çarçoveya qanûnê de werin cezakirin.