HDP: Dibe pêvajoyeke çareseriyê dest pê bike lê ne bi AKPê re

HDP: Dibe pêvajoyeke çareseriyê dest pê bike lê ne bi AKPê re

PeyamaKurd - Hevserokê HDPê ragihand ku li Tirkiyê pêvajoyeke çareserî wê destpê bike, lê ne bi AKPê re û da zanîn ku ew jî bi berfirehkirina bingeha demokrasiyê dê destpê bike.

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî beşdarî bernameya DWya almanî bû û da xuyakirin, divê rayedarên AKPê hevdîtina Ocalan bi parêzerên xwe re bi armanca siyaseta partiya xwe bi kar neyînin, “Ev demeke dirêj e hevdîtin dihatin astengkirin, ev yek binpêkirina mafê rewa ye.”

Temelî da zanîn, dibe ku pêvajoyeke nû ya çareserî destpê bike, lê ev êdî bi AKPê re nabe Civak bi rastî pêvajoyeke nû ya aştiyê dixwaze û ew jî bi firehkirina bingeha demokrasiyê dê dest pê bike.

Hevserokê HDPê Temelî da xuyakirin, ew hilbijartinên Stenbolê wek referanduma demokrasiyê dibînin û piştgiriya wan bo namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu di çarçoveya hevpeymaniyeke demokrasiyê de ye û nehatiye guhertin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin