Di cejnê de jî bombardimanê dewam kir: 5 kustî, 10 birîndar

Di cejnê de jî bombardimanê dewam kir: 5 kustî, 10 birîndar

PeyamaKurd – Di encama bombebarankirina bajaroka Kifir Iwyid ya Idlibê de, hat ragihandin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora Rewengeha Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) balafirên şer ên Sûryê îro zêdetrî 42 caran bajarokên Kifir I'wyid, Kfiri Nibil û Xan Şêxûn û hejmareke gundên wan li başûrê Idlibê û gundewarên bajaroka Kebane yê çîyayê Kurdan ê li parêzgeha Laziqîyê bombebaran kirine.

SOHRê ragihand, tenê di encama bombebarankirna bajaroka Kifir I'wyid  de 5 welatîyan canê xwe ji dest dane û 10 kesên din jî brîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin