Çîn û Amerîka lihev dikin

Çîn û Amerîka lihev dikin

PeyamaKurd- Krîza navbera Amerîka û Çînê her diçe kêm dibe. Serokê Amerîkayê Trump û serokê Çînê Şi bi rêya telefonê axifîn û gihane encamên zahf baş. Trump, mijarê di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand û weha got:

“Min bi serokê Çînê re bi Şi Cinping re bo demeka dirêj bi telefonê axifîm. Peymana me gelek baş dimeşe. Eger van tiştan werin cî gelek berfirehin. Wê temamê mijaran, sehayan û tiştên ku em li serê lihev nakin bide ber xwe. Pêşdeçûnên gelek baş hene.”

Trump û Çîn di zîrwe ya G-20an de li ser hinek mijarana lihev kiribûn û bo 90 rojan peyman girêdabûn ku bihayê gumrikê li ser hev zêde nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin