PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Rûsya Sergey Şoygu got, "Me alîkariya 30 hezar koçberan kir ku vegeriyan Stepanakertê (Qerebaxa Çiyayî).
Şoygu da xuyakirin ku Hêza Aştiyê yaê Rusyayê ji bo parastina aştiyê çi ji destê hatiye kiriye û li ser aramkirina rewşa herêmê diyar kir, "Me alîkariya hêzên aştiyê kir ku werin herêmê da ku rewş aram bibe. Leşkerên me bi profesyonelî tevdigerin û ji bo pêkanîna aştiyê çi ji destê wan hatiye kirin."
Şoygu da zanîn ku wan 50 hektar erd ji teqemeniyan paqij kiriye û alîkariya pevguherîna cenazeyan di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kirine.
Şerê Qerebaxê ku 27ê Îlonê di navbera Ermenistan-Azerbaycanê de dest pê kiribû, piştî windahiyên zêde ji herdu aliyan, 9ê Mijdarê bi navbeynkariya Rûsyayê agirbesta bidawîkirina şer hatibû îmzekirin û biryar hatibû dayîn hêza aştiyê ya rûsî derbasî Qerebaxê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin