PeyamaKurd- Li Anedolê li bajarê Sakaryayê li navçeya Hendekî traktora ku karkerên demkî yên bindeqan dibir ser kar û dianî, qelibî û di encamê de 21 karker birîndar bûn. Qeza li ser ajotvanê traktorê kontrola alavê wenda kir û çêbû.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê yên 112an çûn ciyê bûyerê û mudaxele bi birîndaran kirin û paşî wan birin nexweşxaneyan. Lêpirsîna di derbarê bûyerê de dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin