Trên li karkerên çinîna giya xist û 4 kerkaran kuşt

Trên li karkerên çinîna giya xist û 4 kerkaran kuşt

PeyamaKurd – Li welatê Japonya li bajarê Kanumayê li istasyona Shin-Kanuma dema li ser rayên trêna lezgîn giya diçinîn û rayan ji giyayan paqij dikirin, trên li karkeran xist û di encamê de 4 karkerên ku temenê wan di navbera 50-60 salan de bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Bi wexta wê derê, li bajarê Kanuma li istasyona Shin-Kanuma seet di 10,46an de qeza çêbû. Polîs ragihand ku 4 karker mirine û piştî qewimandinê seferên trênê yên di xetta Nikko de rawestandine.

Li gor çapemeniya cîh ya bajarê rûdanê, dema karker dixebitin çavdêrekî ji xwe ra datînin da hatina trênan bişopîne û karkeran ji çûn û hatina trênana agahdar bike û rayedarê îstasyonê gotiye ku çavdêr hebûye û sîstema wan dixebitî û dewam kiriye:

“Sîstem dimeşiya û dema trênekî nêz dibû, çavdêr ala xwe dihejand û ajotvan dema erê dikir, li kornayê dixist. Lê tevî vê sîstemê jî qeza çima çêbû em li serê lêkolînê dikin.”

Japonya bi tora xwe ya trênan bi nav û denge û li Japonyayê kêm qezayên weha diqewimin.