PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku wan bacên gumrikê yên bi rêjeya sedî 50 ku biryar bû li ser kelûpelên Kanadayê bên sepandin, heta 22yê Tebaxê sekinandine.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku ev biryar di encama hevtêgihîştina her du welatan de hate dayîn û got ku dibe projeya xeta boriyê ya mezin a Keystone XL ku berê ji aliyê Joe Biden ve hatibû rawestandin, ji nû ve bê vejandin.
Li aliyê din, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney jî piştrast kir ku DYAyê sepandina bacên nû sekinandiye û da zanîn ku di hevdîtinan de pêşketinên girîng hatine bi dest xistin.
Tevî ku hûrgiliyên lihevkirinê bi temamî nehatine eşkerekirin jî, hate ragihandin ku Kanada derbarê bacên li ser hilberên şîr, vexwarinên alkolî û wesayîtan de soz daye ku fikarên Washingtonê çareser bike.
Hêjayî gotinê ye, Xeta Keystone XL ku biryar e rojane 830 hezar bermîl nefta xav ji Alberta bo Nebraskayê veguhêze, ji bo bazirganiya navbera her du welatan xwedî girîngiyeke mezin e.