PeyamaKurd – Hat tomarkirin ku Donald Trumpê ku wek 47emîn Serokomarê Amerîkayê hat hilbijartin, bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî û daxwaza kêmkirina rageşiya di Şerê Rûsya û Ûkraynayê de kir.
Li gorî rapora The Washington Postê, li gorî çavkaniyên haydar ji hevdîtinê, her duyan roja 7ê Mijdarê, piştî hilbijartinan, bi telefonê axivîn.
Trump ji Pûtîn re got ku "Li Ewropayê hebûna leşkerî ya girîng a Washingtonê heye."
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Trump bang li Pûtîn kir ku di şerê Rûsya û Ukrayna de rageşiyê kêm bike.
Derbarê telefonê de rêveberiya Ukraynayê hat agahdarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin