PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twitterê derbarê hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyanî da. Trump got, “Tirkiye cîraneke rast e. Yekîneyên me vedigerin mala xwe”.
Trump da zanîn ku ew li ser mijara Sûriyê ligel Erdogan axiviye û diyar kir, “Erdogan ji bo tunekirina terorîstên DAIŞê li Sûriyê, ez bi berfirehî agahdar kirim. Erdogan kesekî tiştê bêje dikare bike ye. Tirkiye cîraneke rast e. Yekîneyên me vedigerin mala xwe.”
Trump herwiha da xuyakirin ku wan di pêwendiya telefonê de hevdîtineke berhemdar pêk aniye û li ser vekişîna ji Sûriyê û çalakiyên hevbeş li Sûriyê danûstandin kirine.
Erdogan jî piştî daxuyaniyên Trump li ser Twitterê nivîsand ku wî bi Trump re, li ser pêwendiyên bazirganî û pêşhatên li Sûriyê hevdîtineke telefonî ya berhemdar pêk aniye û ji bo welatê xwe û herêmê serkeftin xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin