Wezareta Tirkiyê bi gotinên Erdogan ên 2015an bersiv da Trump: Dewleta Kurd...

Wezareta Tirkiyê bi gotinên Erdogan ên 2015an bersiv da Trump: Dewleta Kurd...

PeyamaKurd – Li Tirkiyê bertek û karvedana deshilatdariyê li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê îhtimala êrîşkirina ser Kurdan de berdewam dikin.

Wezareta Parastina Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê twîteke sala 2015an a Serokomar Erdogan parve kir ku tê de dibêje, "Bang li hemû dinyayê dikim: Bedêla wê çi dibe bila be, emê qet destûrê nedin li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê), başûrê Tirkiyê dewletek were avakirin.”

Trump şevê din bi twîtekê gotibû, heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, ew dê aboriya Tirkiyê hilweşînin û ragihandibû ku dê herêmeke ewle ya 32 kîlomtreyan were avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin