Trump: Civîna bi Putin re hate betalkirin!

Trump: Civîna bi Putin re hate betalkirin!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî hevdîtina xwe ya rûbirû ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re betal kiriye û cezayên nû li dijî Rûsyayê ragihand.

Piştî hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re li Qesra Spî, Trump di civîneke çapemeniyê de got, "Fikra hevdîtina bi Putin re ne rast xuya dikir, ji ber vê yekê min ew betal kir. Her cara ku ez bi Putin re diaxivim, ew sohbetek baş e, lê ew nagihîje tu derê."

Trump ragihand ku wê cezayên nû li ser Rûsyayê werin sepandin û got, "Ez difikirim ku dem hatiye ku ceza li ser Rûsyayê werin sepandin. Ez hêvî dikim ku ceza zêde nedomin. Ez hêvî dikim ku ev ceza wê Putin bigihînin astek maqûltir."

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.