PeyamaKurd – Serokê DYA yê Donald Trump di hevpeyvîna bi peyamnêrê Fox Newsê Trey Yingst re behsa pêşdeçûnên li herêmê, Tenagava Hurmizê û siyaseta li herêmê kir.
Trump di hevpeyvîna xwe de ragihand ku eger Omman li herêmê mudaxeleyê xebatên Amerîkayê bike, dê Amerîka wan bombebaran bike.
Trump, got ku bi artêşa Îranê re kanalên DYAyê yên taybet yên bi dizî yên dan û sitendinan hene û divê Îran teslîm bibe û di pêvajoyê de ti ecela Amerîkayê tine. Trump her weha got ku ablûka li ser Îranê bandorekî mezin ya aboriyê kiriye lê Îran blofan dike.
Li ser babeta ku stokên sîlihan yên Amerîkayê kêm bûne an qediyane, Trump got ku li Îranê tenê qismekî biçûk yê çekan bikaranîne û di destê DYA de çekên di asta orte de ne, gelek çek hene.