PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser mijara ku endamên zîrwe ya G7an, di derbarê baca ku Amerîka bo gumrika hesinê pola û alîmînyûmê danîbû, rexne kirin, Trump ragihand ku wê encama zîrwe ya G7an îmze neke.
Rexne ya tund ji aliyê serokê wezîran yê Kanadayê de hatibû kirin û di ser hesabê xwe yê Tweeterê de jî belav kiribû. Trump rexneyeka tund li Trudeadu kir û weha got:
“ Piştî ez ji Kanadayê dageriyam, serokwezîrê Kandayê Justin Trudeau civîneka çapemeniyê çêdike û tê de dibêje ’ bacên gumrikê yên Amerîkayê adeta heqarete’ û ‘weka qazoxa ye’. Heya van gotinan negotibû, her tişt normal dimeşiya. Civîna me ya G7an bi aqilane û kubarî dimeşiya. Heya bêjî du rû ye û qels e.”
Trump got ku bacên me bo Kanadayê, dema ku Kanada bo berhemên şîr yên Amerîkayê %270 bac dananîbû, me biryara bacê neda. Bi sedema beyanên Justin yên şaş û ku Kanada bacên giran bo cotiyar, karker û şîrketên Amerîkayê daniye, min ji temsîlkarên Amerîka re ferman da ku encama zîrwe ya G7an îmze nekin û ez ê jî îmze nekim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin