Trump: Îran peymanê îmze neke ji bo me ne pirsgirêk e

Trump: Îran peymanê îmze neke ji bo me ne pirsgirêk e

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Lûtkeya G7an derbarê peymana ligel Îranê de ku biryara roja Înê were îmzekirin daxuyanî dan.

Trump got, "Ez difikirim ku ew ê peymanê îmze bikin. Eger nekin jî pirsgirêk nîne. Wî çaxî em ê neçar bimînin ku proseyê ji nû ve bidin destpêkirin. Lê belê em winda nakin, ji ber ku em xwediyê artêşa herî bihêz a cîhanê ne."

Trump areke din bal kişand ser hêza serbazî ya welatê xwe û diyar kir ku di her şert û mercî de ew ê berjewendiyên Amerîkayê biparêzin.

Serokê Amerîkayê derbarê şer û rûdanên li Rojhilata Navîn de peyam dan Îsraîlê û got: "Ez dixwazim ku Îsraîl xwe biparêze, lê dema ku vê yekê dike, ez dixwazim bi aqilmendî û bi hestiyarî tevbigere."