Trump giliyê FBI li dadgehê dike

Trump giliyê FBI li dadgehê dike

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hinceta ku ‘FBI (Ofîsa Lêkolîna Federal ) mudaxilê kampanyaya min ya hilbijartina 2016an bûye’ giliyê wê li Wezareta Dadê kir.

Donald Trump di peyama xwe ya li ser twitterê de got: "FBI bi talîmata rêveberiya Barack Obama bi hincetên siyasî li ser kampanyayên min ên hilbijartinê lêkolîn kirine. Gelo çi destwerdan di nav kampanyayên min de hatine kirin ez dixwazim derkeve holê."

Trump di dewama peyama xwe de destnîşan kir ku, "Ez ji vir tînim ziman û ez ê sibê bi awayekî fermî jî serî li Wezareta Dadê bidim da ku derê holê bê gelo FBI çi tevlihevî di nav kampanyayên min yên hilbijartinê de kirine."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin