PeyamaKurd - Li gorî nûçe û îdîayên ku li korîdorên siyasî yên Washingtonê belav bûne, Serokê DYAyê Donald Trump dixwaze di hilbijartinên serokatiyê yên sala 2028an de piştgiriya Cîgirê Serok JD Vance bike. Tê gotin ku Trump di hevdîtineke taybet a li Qesra Spî de bi bexşîner û fînansorên Partiya Komarparêz re axivî ye û derbarê paşeroja siyasî ya welat de daxuyaniyên balkêş dane.
Li gorî îdiayan, Trump gotiye ku ew dixwaze pişta xwe bide Vance da ku piştî bidawîbûna dema serokatiya wî, ew bibe berbijêrê fermî yê partiyê.
Rojnameya Washington Postê ku dispêre du çavkaniyên nêzîkî hevdîtinê ragihandiye, ev civîna girtî beriya nêzîkî du heftiyan di Oval Office de pêk hatiye. Di vê civînê de Trump nirxandinên krîtîk li ser stratejiya hilbijartinên 2028an kirine û bi zelalî diyar kiriye ku ew dixwaze di hilbijartinên pêş de JD Vance bibe serokê nû yê Amerîkayê.