PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Îranê peyameke din belav kir û got, "Wê îşev şaristaniyek bimire û dê ti carî venegere."
Trump li ser guhertina rejîma Îranê diyar kir, “Wê îşev şaristaniyek bi tevahî bimire û dê ti carî venegere. Ez naxwazim ev yek rû bide lê bi îhtîmaleke mezin dê rû bide."
‘Dibe ku tiştekî şoreşgerî rû bide’
Serokê Amerîkayê bal kişand ser guhertina rejîmê ya li Îranê û got ku niha aqilên kêmtir tundrew serdestê dewletê ne û diyar kir, "Lê belê, niha ku em xwedî guhertineke temam û bêkêmasî ya rejîmê ne, cihê ku hişên cuda, biaqiltir û kêmtir radîkal serdest in, dibe ku tiştekî şoreşgerî û gelekî baş rû bide, KÎ DIZANE?"
‘47 salên gendelî û mirinê bidawî dibe’
Trump da zanîn ku îşev di dîroka cîhanê de kêliyeke gelekî girîng e û got: "Em dê îşev pê bihesin, ev yek ji kêliyên herî girîng ên di dîroka dirêj û aloz a cîhanê de ye. 47 salên bertîlxwarinê, gendeliyê û mirinê, dê di dawiyê de bi dawî bibin. Xwedê gelê mezin ê Îranê biparêze!"