Trump: Îranî ji bo peymanê laveyan dikin

Trump: Îranî ji bo peymanê laveyan dikin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê danûstandinên bi Îranê re peyamek belav kir û bal kişand ser helwesta rayedarên Îranî.

Trump diyar kir ku kesên Îranî yên ku danûstandinan dikin "gelekî cuda û xerîb" in û destnîşan kir ku Îran ji aliyê leşkerî ve bi temamî ji holê hatiye rakirin û ti şansê wan ê vegerê tune ye, lewma ji bo peymanekê "laveyan dikin".

Lê belê, Trump da xuyarkirin ku ev yek di daxuyaniyên wan ên fermî de nayê xuyakirin û ew tenê ji bo raya giştî dibêjin "em li pêşniyara we dinêrin."

Hişyariya Dawî: Berî ku dereng bikeve

Trump herwiha hişyariyên tund dan rêveberiya Tehranê û daxwaz kir ku divê Îran zûtir cidiyeta xwe nîşan bide û got ku eger Îran gavên pêwîst neavêje, dê vegera vê rewşê nebe:  “Divê berî ku dereng bikeve cidiyeta xwe nîşan bidin, heke na dê encamên wê qet nebaş bin.”