PeyamaKurd – Geştiyarên welatê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber dixwazin sersala xwe li bajarê Wanê derbas bikin, qefle bi qefle diçin bajarê Wanê. Sînorê heyî yê navbera Îranê û Tirkiya îro gelek dirêje û ew sînor di navbera 2 perçên Kurdistanê de ye.
Li bajarê Wanê gelek otel û motel ji niha de tije bûne û cîh di wan de nemaye. Ji bilî otêlan geştiyar hem mirovên xwe yên li Wanê ziyaret dikin û hem di bazara Wanê de ji xwe pêdiviyên xwe dikirin. Geştiyarên ku bi alavên xwe yên taybet an bi otobusan diçin Wanê, destekekî zêde didin aboriya bazara Wanê.
Bajarê Wanê ew bajare ku bi Rojhilatê Kurdistanê û bi Îranê re bazireganiyeka baş dike. Hem ji zimanê Farisî jî fêm dikin. Ev jî dike ku bêhtir Fars seredana bajêr bikin.
Li rexê din di warê ziman de di zimanên Kurdî, Azerî û Farisî de di navbera geştiyaran û rûniştvanên Wanê de ti pirsgirêk çênabin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin