Trump: Nûçeyên Îranî yên li ser naveroka peymanê derew in

Trump: Nûçeyên Îranî yên li ser naveroka peymanê derew in

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku nûçeyên medyaya ‘derewîn’ a Îranê ku li ser naveroka peymana agirbestê ya muhtemel ku di navbera herdu aliyan de hatine belavkirin ji rastiyê dûr in.

Donald Trump, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê got ku ti eleqeya wan nûçeyên medyaya derewîn a Îranê bi mercên nivîskî yên li ser lihevkirin çêbûye re nîne.

Herwiha Trump diyar kir ku ew daxuyaniyên bêhêz û lawaz ên Îranê jî di nav de, ti rasiya wan gotinan tune ye.