Trump ji bo Îranê ber bi biryara desttêwerdana leşkerî ve diçe: NY dê bicive

Dîroka Weşanê :
Trump ji bo Îranê ber bi biryara desttêwerdana leşkerî ve diçe: NY dê bicive

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro 15ê Rêbendanê, di çarçoveya zêdebûna krîza li gel Îranê, li ber biryareke dîrokî ye.

Tê gotin ku Trump talîmat daye tîma xwe ya ewlehiyê ku vebijarkên destêwerdanê "biez, sînordar û biryardar" amade bikin.

Armanca Washingtonê ew e ku derbeyeke xurt li Tehranê bixe bêyî ku bikeve nav şerekî dirêj û giran.

Di demekê de ku Pentagon amadekariya êrîşên mûşekî û hewayî dike, Amerîkayê ji bo parastina personelên xwe dest bi vekişandina beşek ji leşkerên xwe yên li Qeterê kiriye. Her wiha, bi daxwaza Washingtonê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî îro ji bo nirxandina rewşa Îranê bi awayekî awarte dê bicive