PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, derbarê êrîşên leşkerî yên grûpên Ehmed Şera (HTŞ) yên li ser herêmên nû hişyariyeke tund da.
Rêveberiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev krîza bêsedem tenê aramiya welat dixe xeteriyê û banga vegera ser maseya diyalogê kir.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku gelê Sûriyeyê 15 sal in berdêlên giran dide û nabe ku bi navê "hikûmeta veguhêz" şerekî nû li ser gel were ferzkirin. Her wiha Rêveberiya Xweser nûçeyên derbarê têkiliya bi Îranê re red kirin û ragihand:
Em li dijî rejîma Îranê ne ku rojane jin û ciwanên Kurd, Ereb û Belûç bi darve dike. Helwêsta me li dijî bidarvekirin û zilmê zelal e."
Rêveberiyê banga Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk kir û ji civaka navneteweyî xwest ku rê li ber planên parçebûnê bigirin.