PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq, derbarê geşedanên dawî yên li Iraq û Sûriyeyê daxuyaniyên girîng dan.
Heq di hevpeyvîna xwe ya bi Kurdistan24ê re diyar kir ku tevî bi dawîbûna mîsyona wan a li Iraqê, NY hîn jî piştgiriyê dide diyaloga Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî ji bo çareserkirina kêşeya mûçeyan.
Heq her wiha bal kişand ser krîza mirovî ya li Helebê û ragihand ku ji ber êrîşên li ser taxên Kurdan, 120 hezar kes koçber bûne.
Heq tekez kir ku divê tawanên li dijî sivîlan hatine kirin bi awayekî serbixwe werin lêkolînkirin. Her çend hatibe gotin ku rewşa li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hinekî baştir bûye, NYyê nîgeraniya xwe ya li ser zirara gihîştiye malên sivîlan dubare kir.