PeyamaKurd- Rêveberên PYD û ENKSê civiyan û her du aliyan di wê civînê de li ser rewşa dawiyê ya guhertin û pêşkeftinên sûriyeyê tekez kir ku, divê pirsa Kurdan di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de bi rêya diyalogê bê çareserkirin.
Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) îro Pêncşemê 15ê Çileyê li navenda PYDê li dûrî çavkaniyên ragihandinê civiyan.
Di civînê de, her du aliyan behsa guhertin û pêşkeftinên dawiyê û êrîşên li ser her du taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê û rewşa Sûriyeyê bi rengekî giştî kir.
Kesên ku di wê civînê de amade bûbûn diyar kirin, PYD û ENKSê behsa wê yekê kiriye ku divê şêniyên taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyeyê li gorî peymana 1ê Nîsanê li taxên xwe bimînin û li wê derê xwe bi rê ve bibin.
Kesên ku tevî wê civînê bûne herwiha tekezî li ser girîngiya bicihanîna Peymana 10ê Adarê kir û hevnerîn bûn ku, divê pirsa Kurdan di çarçoveya wê peymanê de bi rêya diyalogê bê çareserkirin.
Her du aliyan di dawiya wê civînê de jî biryar da ku, li ser diyalog û danûstendinên di navbera xwe de berdewam bin.
Desteya PYDê ji Hevserokê Giştî Xerîb Hiso, Endamê Desteya Hevserokatiyê Aldar Xelîl û Endamê Nivîsîngeha Têkiliyan Kemal Akîf û desteya ENKSê jî ji Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif, Birêveber Fesla Yûsif û Nîmed Dawud pêk hatibû.