PeyamaKurd- Li demeke ku êrîşên hêzên Şamê li ser deverên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên rojhilatê Helebê berdewam dikin, Navenda Ragihandina HSDê ragihand, balafirên bêmirov (Akinci) ên dewleta Tirkiyê êrîşî Dêr Hafir û Meskenê kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, "Di çarçoveya aloziya leşkerî ya berdewam li ser herêma Dêr Hafirê ji hêla komên Şamê ve, balafirên bêmirov (Akinci) ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digerin, êrîşî herêmê dikin.”
Hate gotin ku piştî danê nîvro balafirên Akincî li asîmanê bajarê Dêr Hafirê ku moşek hilgirtibûn hatin dîtin. Van balafiran di 2 rojên borî de zêdetirî 6 caran deverên cuda yên Dêr Hafir û Meskenê bombebaran kirin.